NYyê Iraqê derewand: Nameya êrîsa Hewlêrê nehatiye

25 January 2024 17:38 0 dîtin
NYyê Iraqê derewand: Nameya êrîsa Hewlêrê nehatiye

Peyama Kurd - Serokê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nicolas de Riviere da zanîn ku hikûmeta navendî ya Iraqê, di derbarê êrişa rejîma Îranê ya li dijî Herêma Kurdistanê ji wan re name neşandiye.

Hikûmeta navendî ya Iraqê ragihandibû ku ew ê vê êrişa rejima Îranê bigihînin Konseya Ewlehiyê ya NYyê da ku li dijî Tehranê gavan bihavêje.

Serokê Konseya Ewlehiyê ya NYyê Nicolas de Riviere li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta navendî ya Iraqê name neşandiye.

Riviere da zanîn ku nameyên ji Konseya Ewlehiyê re têne şandin têne ber destê wan û got: "Me heta niha ti name wernegirtine."

Rejîma Îranê di 15ê vê mehê de bi 11 mûşekên balîstîkî êrişî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kir û di encama êrîşa ku li dijî mala sermayedarê Kurd Pêşrew Dizeyî de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.