Wezîrê Berevaniya Iraqê: Îranê ji bo êrîsa Hewlêrê em agahdar nekirine

17 January 2024 19:54 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Iraqê: Îranê ji bo êrîsa Hewlêrê em agahdar nekirine

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Ebasî, îro 17ê Çileyê li Bexdayê di civîna rojnamevanî de ragihand ku beriya êrîşa moşekên balîstîk a Îranê bi ser Hewlêrê de ew nehatine agahdarkirin.

Ebasî diyar kir ku êrîşa Îranê ya bi moşekên balîstîkî bi ser Hewlêrê de, li dijî peymana ewlehiyê navbera Tehran-Bexdayê de ye, dibe ku ‘Peymana Ewlehiyê’ ya ligel Îranê were hilawistin.

Wezîrê Berevaniya Iraqê da zanîn ku êrîşa Îranê ya ser Herêma Kurdistanê zirar daye pêwendiyên dualî û pêwîst e, hemû belgeyên derbarê îdiayê sîxurtiyê de radestî berpirsên Iraqê bike.

Sabit Ebasî, bi sedema têkdana ewlehî û îstiqrara herêmê, banga rawestandina êrîşan li Îranê kir û got, “Derbarê êrîşên ser Hewlêrê de ti agahî bo nehatiye dayîn.”