Di êrîsên DAISê de li Kerkûk û Mexmûrê 15 kes ji hêzên Iraqê hatin kustin

05 September 2021 16:54 0 dîtin
Di êrîsên DAISê de li Kerkûk û Mexmûrê 15 kes ji hêzên Iraqê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundekî nehiya Qeracê yê bajarokê Mexmûrê, di encama êrîşa çekdarên DAIŞê 3 serbazên Iraqê hatin kuştin. Li gorî zanyariyên dawî di êrîşên hevdem ên DAIŞê de li dorûbera Kerkûkê hejmara kuştiyên artêşa Iraqê gihîştiye 15 kesan.

Berpirsê Partiya Demookrata Kurdistanê (PDK) li Mexmûrê Ebdulla Tahîr jî li ser êrîşa gundê Quçespîlke yê nehiya Qeracê ya bajarokê Mexmûrê daye xuyakirin, îro roja yekeşemê 05.09.2021ê çekdarên DAIŞê li li gundê êrîşî hêzeke artêşa Iraqê kirine û 3 leşkerên Iraqê mirine.

Herwiha danê sibehê terorîstên DAIŞê li navçeya Reşad a Kerkûkê jî êrîşê binkeya polîsê federal kirin ku li gorî zanyariyan 12 endamên artêşa Iraqê di wê êrîşê de hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku çekdarên DAIŞê li heman herêmê hemwelatiyek jî revandine û piştre otomobîla wî hemwelatiya jê stendine û ew azad kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an, çekdarên DAIŞê li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tevgera xwe zêde kirine û li Mexmûrê jî rojane êrîşî xelkê sivîl û hêzên Iraqî dikin.