Amerîka ji bo êrîsên Eniya Berxwedanê ya Iraqê kete tevgerê: 2 balafirên B-52 hatin sandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî ji nû ve êrîşên Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku ji komên Îran piştevaniya wan dike pêk tê, Amerîkayê biryar da balafirên bombardimanê yên B-52 ji nû ve li Rojhilata Navîn bicih bike.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye, biryar hatiye dayîn ku du balafirên B-52 yên bombardimanê bo Rojhilata Navîn hatine şandin.
Rayedarekî Pentagonê yê nexwestiye navê xwe bide ji medyayê re gotiye, balafirên B-52 25ê Tîrmehê ji Baregeha Asmanî ya Mikhail Cogalniciano ya Romanyayê rabûne û piştî firîna 32 saetan gihîştine Urdin û Erebistana Siûdî.
Hatiye diyarkirin ku ew balafir ji bo ku hêzên Amerîka û hevpeymanan ji êrîşên milîsên Îranê bên parastin hatine şandin.
Herî dawî 25-26ê Tîrmehê piştî 4 mehên bêdengiyê komên milîsên Îranê li Iraq û Sûriyê cardin êrîşî baregehên Amerîkayê kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin