Îran: Amerîka di rêyeke sas de diçe, êrîsên li Sûriyê û Iraqê besek ji quretiya wê ye

28 June 2021 13:57 0 dîtin
Îran: Amerîka di rêyeke sas de diçe, êrîsên li Sûriyê û Iraqê besek ji quretiya wê ye

PeyamaKurd –  Wezareta Karên Derve ya Îranê, li ser bombebarankirina baregehên Heşda Şeibî li sînorê Iraq û Sûriyê û kuştina 5 çekdarên Heşda Şeibî de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Gurkirina aloziyan li navçeyê, ne di berjewendiya Amerîka de ye.”

Wezareta Karên Derve ya Îranê, di daxuyaniyekê de da zanîn: “Gurkirina aloziyan li navçeyê, ne di berjewendiya Amerîka de ye. Amerîka di rêyeke şaş de diçe, êrîşên li Sûriyê û Iraqê beşek ji quretiya wê ye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade da zanîn: “Em şîretan li rêveberiya Amerîka ya nû dikin, rêya xwe biguhêre û li şûna ku krîz û pirsgirêkan ji gelên herêmê re diafirîne, bila gelên navçeyê bihêle bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin, bêyî ku ew destêwerdanê tê de bike.”

Ev daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê di demekê de ye, Bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, îro berbangê balafirên Amerîka baregehên hêzên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin û di encamê de 5 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.