Eraqçî ji êrîsên HTSê Îsraîl û Amerîka sûcdar kir: Berî Enqerê diçe Samê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku, tevgera çekdarî ya wan çend rojên dawî ji aliyê komên çekdar ên li Sûriyê ve pêk tê, Amerîka û Îsraîl li pişt e û bi armanca têkdana ewlehiya herêma rojavayê Asyayê ew yek tê kirin.
Li gorî ragihandina ajansên Îranê,Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di pêwnediya telefonê ya li gel hevpîşeyê xwe yê Rûsî Sergey Lavro de, behsa rewşa herêmê û guhertinên vê dawiyê yên li Sûriyê kirine.
Eraqçî û Lavrov, wek Îran û Rûsya piştevaniya xwe ya ji bo serwerî û yekpareyiya axa Sûriyê diyar kirine û ragihandine ku li gel gefxwarina komên terorîstî nabin.
Wezîrên Derve yên Îran û Rûsyayê behsa wê yekê jî kirine ku pêwîste hemahengî di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de hebe û dûvçûnê li ser rewşa Sûriyê bikin.
Wezareta Derve ya Îranê diyar kir, Wezîrê Derve yê Ebas Eraqçî berî biçe Enqereyê û danûstandinê derbarê rewşa niha ya Sûriye û navçeyê de bike, wê pêşî serdana Şamê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin