Amerîka: Divê Îran xeletiya bersiva êrîsên Îsraîlê bide neke
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant re got, nabe Îran xeletiyê bike û bersiva êrîşên Îsraîlê bide.
Austin di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de diyar kir ku di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi Gallant re, geşedanên heyî yên li Rojhilata Navîn ên piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser hedefên leşkerî yên li Îranê gotûbêj kirine.
Austin dîsa bal kişand ser piştgiriya Amerîkayê ya ji bo ewlehî û mafê xweparastinê yê Îsraîlê û diyar kir ku ew bi biryar in ku personel, tesîs û hevkarên Amerîkayê yên li herêmê biparêzin.
Austin bal kişand ser wê yekê ku ji bo kêmkirina rageşiya li Rojhilata Navîn divê pêşî li dîplomasiyê bê girtin û diyar kir ku divê agirbesta li Xezzeyê û peymana ku rê bide sivîlên li Lubnanê bi ewle vegerin malên xwe bên nirxandin. Wî herwiha got, "Nabe Îran xeletiyê bike û bersiva êrîşên Îsraîlê bide."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin