Amerîkayê, bersiva Erdogan da: Divê dûr bisekinin

13 December 2022 15:30 0 dîtin
Amerîkayê, bersiva Erdogan da: Divê dûr bisekinin

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên di debarê Atînayê de hişyariyek kir û diyar kir ku ew ji gotinên hêrsê zêde dikin, dûr bisekinin.

Ned Price, li ser helwesta Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ên di derbarê Yunanîstanê de axivî û diyar kir ku divê mirov ji gotinên provakatîf dûr bisekine.

Price got,“Em bang li hemû hevkarên xwe dikin ku xwe ji gotinên provakatîf dûr bikin.  Zêdebûna aloziyan, ji bo me dibe gefeke potansiyel a ku ji Rusyayê tê û helbet ev yek jî dibe sedem ku armanca yekîtiya me ya li hember gefa li dijî Ukraynayê dûr bibe.”

Recep Tayip Erdogan beriya niha bi çend rojan li Samsunê beşdar bu de gotibû ku

“Niha me dest pê kir û em moşekên xwe çêdikin. Helbet ev hilberîn, Yunanan ditirsîne. Tu dibêjî ‘Tayfun’ Yunan ditirse, dibêje li Atînayê da. Helbet dê lê bibe. Heger tu rehet nesekinî, heger tu hewil bidî ji Amerîkayê, ji gravan, ji vir, ji wir hinek tiştan bigirî, helbet Tirkiye jî dê destvala nesekine, divê tiştekî bike.”