Ji Erdogan bersiva senatoya Amerîkayê: Tecawiza li mafên me ye
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Malezyayê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa dorpêçên Amerîkayê yên di senatoyê de derbasbûne got, ‘Ew tecawiza li mafên me ye. Emê bersivê bidin.”
Erdogan li ser pirsa nedana balafirên F35an ên Amerîkayê ji ber kirîna S400ên Rûsî û vekirina Xeta Boruya Gazê ya Herka-2 bi Rûsyayê re wiha axivî:
“Karê S400an û F35an bidawî bûne. Me ev kar bi encam kirine. Me gelek caran got. Niha bê şerm dibêjin, emê ji bo xeta boruya gazê dorpêçan deynin. Ev tê maneya tecawizkirina mafên me. Emê jî destgirêdayî nemînin. Em ne dewleta qebîle ne…Emê jî bi dorpêçan bersivê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin