Erdogan bersiva wê pirsê da: Gelo wê biçe Amerîkayê?

05 November 2019 16:53 0 dîtin
Erdogan bersiva wê pirsê da: Gelo wê biçe Amerîkayê?

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser mijara serdana xwe ya Amerîkayê ku tê çaverêkirin 13ê Mijdarê pêk bê axivî.

Erdogan bo serdanê got, "Ez ê di serî de bi telefonê hevdîtinekê pêk bînim piştî wê biryara xwe bidim."

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, piştî civîna xwe ya li Parlementoyê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Erdogan li ser pirsa, ‘Hûnê biçin Amerikayê?" wiha got: "Beriya ku ez biçim ez ê bi Trump re bi telefonê biaxivim. Li gorî wê axaftina me ez ê biryara xwe bidim."

Biryar bû Erdogan 13ê Mijdarê biçe Amerîkayê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di twiteke xwe de behsa Tirkiyê kiribû û girîngiya endamtiya NATOyê bibîr xistibû û diyar kiribû ku wê Erdogan 13ê Mijdarê weke mêvanê wî bê Amerikayê.

Piştî ku Tirkiyê li diji Rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşan kiribû Endamên Kongreya Amerîkayê jî ji bo rawestandina êrîşan li dijî Tirkiyê hin biryarên dorpêçan wergirtibûn û ev yek jî di navbera her du welatan de bibû sedema aloziyê.