Erdogan bersiva ‘sermezarkirina’ Amerîkayê da!

19 May 2021 20:40 0 dîtin
Erdogan bersiva ‘sermezarkirina’ Amerîkayê da!

PeyamaKurd – Li ser gotinên Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ku bi sedema daxuyaniyên wî yên dijî cihûtiyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şermezar kiribû, Erdogan bersiv da.

Price, Erdogan û rayedarên Tirk bi tevdana aloziya li Filîstîn û Îsraîlê tawanbar kiribû û gotibû: “ Em daxuyaniyên dijî cihûtiyê yên Serokomarê Tirkiyê Erdogan û rayedarên din ên Tirkiyê şermezar dikin.” 

Erdogan di merasîmeke li Koşka Serokomariya Tirkiyê de bertek nîşanî daxuyaniyên şermezirkirinê yên Amerîkayê da û Amerîka bi fitnekariyê tawanbar kir.

Erdogan di axaftina xwe de got, ku ew dê piştevaniya Filîstînê berdewam bikin û guh nedin gotinên Amerîkayê û welatên li zilmê temaşe dikin.