Ji Çînê hisyariya bersiva Amerîka ya êrîsa Îranê: Rews pir hesas e…

30 January 2024 22:08 0 dîtin
Ji Çînê hisyariya bersiva Amerîka ya êrîsa Îranê: Rews pir hesas e…

PeyamaKurd – Li demeke ku piştî êrîşa li sînorê Urdin-Sûriyê ya kuştina leşkerên Amerîkî, di raya giştî ya Amerîka de behsa bersivdanê û lêdana Îranê tê kirin de, ji Çînê jî hişyariyek hat.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Wenbin ragihand: "Agahiya me ji raporan heye ku windahî di êrîşa li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê de çêbûne."

Wang Wenbin ji AFPê re gotiye: "Agahiya me pê heye ku Îranê ragihandiye tu têkiliya wê bi êrişê nîn e. Em hêvî dikin ku aliyên têkildar aram bin û xwe kontrol bikin ji bo ku nekevin bahoza tolhildanê û aloziya herêmî zêdetir nebe. Rewşa li Rojhilata Navîn niha gelekî hesas û girêk e."

Hêjayî gotinê ye, li gorî daxuyaniyên dawî yên berpirsên Amerîkî, di demeke nêzîk de bersiva êrîşa ser baregeha Amerîkî bê dayîn ku wekî hedefa pêşîn jî niha behsa wekîlên Îranê yên li Sûriye û Iraqê tê kirin.