Amerîka: Îran berpirsê êrîsa ser kestiya Îsraîlê ye, wê bersiva guncav bê dayîn!
PeyamaKurd - Amerîkayê Îran bi êrîşa ser keştiya neftê ya Îsraîlê ku roja Pêncşema borî pêk hatibû tohmetbar kir û diyar kir, Amerîka li benda bersiveke guncav e.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Bliken ragihand, Amerîka piştrast e ku Îranê ew êrîş pêk aniye û got, Washington li hember vê kiryara Îranê li pey bersivdaneke guncav e.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got, “Li gor zanyariyên ku li ber dest in, em piştrast in ku Îranê êrîş pêk aniye. Em li gel hevbeşên xwe kar dikin ji bo ku em behsa pêngava xwe ya pêşerojê bikin û em şêwirê li gel hikûmetên navçeyê jî dikin, derbarê bersiveke guncav bo Îranê.”
Îsraîlê bi fermî Îran bi wê êrîşê tometbar kir û Serokwezîr Naftali Bennett ragihand, Îranê bi drone êrîş pêk aniye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade jî doh 1ê Tebaxa 2021ê ragihand ku Îsraîl tohmetan ji bo Tehranê çêdike û ti têkiliya Îranê bi wê êrîşê ve nîne.
Roja Pêncşema borî, keştiyeke veguhastina petrolê ya Îsraîlê li deryaya Umanê rastî êrîşekê hatibû û di encamê de 2 kes ji stafa keştiyê hatin kuştin ku yek ji wan Brîtanî û yê din jî Romanyayî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin