Hisyariya Amerîka û Çînê ji Kissinger! Li ber felaketê!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê berê û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê Henry Kissinger hişyarî da û got, eger Amerîka û Çîn siyasetên xwe yên niha bidomînin, ew dikarin bikevin nav şerekî leşkerî yê vekirî.
Wî hişyarî da û têkiliyên Amerîka-Çînê weke "li ber felaketê" bi nav kir. Kissinger îdia kir ku têkiliyên Çîn-Amerîka gihîştiye 'rewşeke yekta' ku her du welat bi gumaneke kûr li hev dinêrin, Kissinger got, "Metirsiya herî mezin a li ser Çînê li gorî feraseta wan Amerîka ye û li vir jî [li Amerîkayê jî heman tişt heye. ].”
Dîplomatê Amerîkî, amaje bi serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji bo Çînê kir û got, “Ew heta niha rastî danûstandinên bi wî rengî yên ku ez pêşniyar dikim, nehatine. Lê ez difikirim ku ew ber bi wê ve diçin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin