Kissinger: Ji bo astiya dinyayê tista herî bilez têkiliyên Amerîka-Çînê tên

28 October 2022 21:56 0 dîtin
Kissinger: Ji bo astiya dinyayê tista herî bilez têkiliyên Amerîka-Çînê tên

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê berê Henry Kissinger roja çarşemê ragihand ku ji başkirina têkiliyên Amerîka û Çînê pêwistir babet niha nîne. Axaftina Kissingerê 99 salî ku berê weka video hatibû qeydkirin, di xwarina galayê ya Komîta netewî ya têkiliyên Amerîka-Çînê de, ku  li ser têkiliyên Amerîkayê û Çînê axifîbû û video di merasima xwarinê de hat belavkirin. Wezîrê kevin Henry Kissinger weha dibêje:

“Li gor fikir û tecrubeyên min, ji bo aştiya dinyayê û pêşdeçûna wê, ji têkiliyên Amerîka û Çînê elzemtir tişt tine. Di dinyayê de gelek fikrên cuda hene lê di heman wextî de teknolojî wisa tevlihev bûye ku şerekî bi sîlihên teknolojiya bilind destpêbike, wê di derveyê kapasîta kontrol û erka lîderên dinyayê de be.

Têkiliyên Amerîka û Çînê daîma ber bi bergehekî ku tije dijberîne de dibin, wê ev yek di pratîkê de bike ku yek dijberiyekî ji bin kontrola wan derkeve û ji ber wê jî divê ew dijberiyên ku di wexta serokatiya berê ya Amerîka de destpêkiribûn, bên rawestandin û bi eksa wê tişt bênkirin. Eger têkiliyên Amerîka-Çînê bên baştirkirin, wê temamê dinyayê ji vê kiryarê re sipasdar be.”