Zankoya Stanfordê: 29 lêkolînerên Kurd di lîsta lêkolînerên dinyayê yê herî bas de ne

15 January 2024 23:33 0 dîtin
Zankoya Stanfordê: 29 lêkolînerên Kurd di lîsta lêkolînerên dinyayê yê herî bas de ne

PeyamaKurd – Zankoya Stanfordê lîsta lêkolînerên dinyayê yê herî baş belav kir û di nav wan de 29 lêkolînerên Kurd hene. Her 29 lêkolînerên Kurd ji ber xebatên wan yên baş hatin xelatkirin.

Li gor ragihandina wezaretê; di 15.01.2024an de roja duşemê 29 lêkolînerên Kurd yên navên navên wan di lîstê de hatin belavkirin, ku di zankoyên Herêma Kurdistanê de dixebitin, bi merasim xelatên wan dan. Di merasimê de rêvebişrê ji karê lêkolînên zanistî berpirs Dr. Emir Çalî behsa pêvajoyê kir û got:

“Em ê îro teqdîrnamê bidin 29 lêkolînerên Kurd yên herî baş yên di zankoyên taybet û dewletê de dixebitin yên Herêma Kurdistanê. Di lîstê de 6.514 nav û 12.853 lêkolîn hene.”

Wezîrê lêkolînên zanistî û xwendina bilind yê Herêma Kurdistanê Dr. Aram Muhammed Qadir jî di merasimê de got:

“29 lêkolînerên ku hatin teqdîrkirin, nîşan dide ku wezareta me û zankoyên Herêma Kurdistanê li ser rêya rastin. Lêkolîner, tevî zor û zahmetiyên ku Herêma Kurdistanê bi wan re rû bi rû ma, xwe neçemandin, nerawestiyan. Serkeftina îro bidest xistin.”