Wê 25 xwendevan bigrin besa Ziman û Wêjeya Kurdî ya zankoya Dîclê
PeyamaKurd – Serokê beşa Kurdolojiya Zankoya Dîclê Doç. Dr. Osman Aslanoğlau ragihandin ku Rêvebiriya Bilind ya Perwerdê (YÖK) qebûl kiriye îsal 25 xwendevanan di asta lîsansê de bigre beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Fakulta Wêjeyê ya Zankoya Dîclê. Zanko daxwazê biribû YÖKê da sitendina xwendevanan ya beşê qebûl bike.
Doç. Dr. Osman Aslanoğlu got ku 2 meh berê seredana YÖKê kirine û ji terefê YÖKê de encam daye. Osmanoğlu gotiye ku di bin sîwana Fakulta Wêjeyê de 3 beş hene ku beşa ziman wêjeya Kurdî, ya Farisî û Erebî ne. Heya îro tenê di asta masterê de xwendevan dewam kirine beşa Kurdî lê wê îsal di asta lîsansê de xwendevan dewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin