Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê tu cih neda mamosteyên Ziman û Wêjeya Kurdî
PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Tirkiyê, 15 hezar mamosteyên din peywirdar kir, lê tu cih neda mamosteyên Ziman û Wêjeya Kurdî.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ji bo zimanê Erebî 314, ji bo Îngilîzî 857, ji bo Almanî 171, ji bo Tirkî 698, ji bo Fransizî 2, ji bo Spanyolî 2 û ji bo Îtalî, Çînî, Koreyî, Farisî û Rûsî jî mamosteyek veqetandiye. Ew mamoste, wê bên peywirdarkirin. Lê MEBê ji bo beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qet mamoste peywirkar nekiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, herî dawî di gulana 2021ê de 20 mamoste ji bo beşa "Ziman û Zaravayên Dijîn" veqetandibûn, lê di nav van de jî tenê 3 mamoste ji bo Kurdî hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin