Xosnaw: Divê li zanîngehên Urmiye û Mehabadê jî besa zimanê Kurdî were vekirin

29 December 2021 12:40 0 dîtin
Xosnaw: Divê li zanîngehên Urmiye û Mehabadê jî besa zimanê Kurdî were vekirin

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û şanda pê re, serdana Fermandariya Mehabadê kir û ji aliyê û ji aliyê fermandar Arif Xidirlû ve hat pêşwazîkirin.

Ragihandina Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê diyar kir, di hevdîtina navbera Parêzgarê Hewlêrê û Fermandarê Mehabadê de, ku Balyozê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê jî amade bû, Fermandarê Mehabadê bi awayekî giştî behsa dîroka Mehabadê ji aliyê kultur, huner, rewşenbîrî û geştiyariyê ve kir.

Herwiha Parêzgarê Hewlêrê daxwaz kir, çawa li zanîngehên Hewlêr û Herêma Kurdistanê beşa zimanê Farisî heye, divê li zanîngehên Urmiye û Mehabadê jî beşa zimanê Kurdî were vekirin.