Rojhilat | Li Urmiye û Mehabadê 126 girtiyên li ber efûyê ketine têne berdan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Urmiyê û bajarê Mehabadê yên Rojhilatê Kurdistanê bi dehan girtî, berî ku sizayên wan xilas bibe, wê bên berdan.
Serokê dezgeha dadwerî ya Îranê, Îbrahîm Reyîsî û berpirsê gistî yê zîndanên Îranê Mihemed Mehdî Hacî Mihemedî roja Pêncşemê çûn Urmiyê.
Di çarçoveya wê serdanê de, berpirsê giştî yê zîndanên Îranê çû bajarê Mehabadê û li wir da zanîn ku rizamendî li ser berdana 126 girtiyan hatiye dayîn.
Berpirsê îranî daye xuyakirin, beşek mezin ji wan girtiyan hîn sizayên wan xilas nebûye lê li ber efûyê ketine û wê bên berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin