Li Rojhilat 7 girtiyên siyasî yên Kurd li ber efûyê ketin û hatin berdan

28 March 2020 17:15 0 dîtin
Li Rojhilat 7 girtiyên siyasî yên Kurd li ber efûyê ketin û hatin berdan

PeyamaKurd - Li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê, komek girtiyên siyasî li ber efûyê ketin û hatin berdan.

Malpera Hengawê ragihandiye, çend roj berê 7 girtiyên siyasî yên kurd, ku hemû bi tohmeta endamtî û alîgirtiya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDK-Î) hatibûn girtin û di girtîgeha bajarê Neqede de bûn, li ber efûya giştî ketin û hatin berdan.

Navên wan girtiyên siyasî, ku hemû xelkê bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê ne, ev in: Mihemed Îbrahîmî, Idrîs Kesrewî, Izet Mehmûdî, Ebdulqadir Mihemedpûr, Kemal Ebdullahî, Emîr seyîd Tahirî, Eshed Mehmûdî.

Lig gorî agahiyên berdest, cezayê wan girtiyan ji salekê heta 15 salan zîndanîkirin bû.