Rojhilat | Li Urmiyê 4 girtiyên Kurd hatin darvekirin

10 March 2023 22:04 0 dîtin
Rojhilat | Li Urmiyê 4 girtiyên Kurd hatin darvekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 4 girtiyên Kurd ên bi hinceta bazirganiya madeyên hişbir hatibûn girtin, li girtîgeha Urmiye ya li Rojhilatê Kurdistanê hatin îdamkirin.

Li gorî ragihandina Kurdpayê 4 girtiyên Kurd bi tohmeta bazirganiya tilyakê bi sizayê îdamê hatine sizadan û îro danê sibehê jî li Girtîgeha Urmiyê hatine îdamkirin.

Hat diyarkirin ku beriya ew girtî bên îdamkirin, ew veguhestine odeyên yek kesî ku ji çar girtiyan sê kes ji bajarê Nexede yê parêzgeha Selmasê bûne.

Li gorî amarên rêxistinên navdewletî ji destpêka 2023yan ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 14 ji wan Kurd 94 kes hatine îdamkirin.