Li Urmiyê 6 girtiyên Kurd bi hev re hatin îdamkirin

04 April 2021 11:37 0 dîtin
Li Urmiyê 6 girtiyên Kurd bi hev re hatin îdamkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 6 girtiyên kurd hatin bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand, îro danê sibê 6 girtiyên kurd li nav girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatin bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku tevahiya wan girtiyan bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Hat zanîn ku ji kesên hatine îdamkirin du kes birayên hev bûn.

Kevên îro hatine darvekirin; Ehed Hebîbvend (Urmiye), Mistefa Nesîrxah (Selmas), Îbrahîm Nesîrxah (Selmas û birayê Mistefa), Mihemed Kerîm Mehmûdî (Şino), Sadiq Mehmî (Urmiye), Mîr Sultan Emîrî (Şino)