Zarokek û 6 girtiyên Kurd hatin îdamkirin

29 November 2023 20:38 0 dîtin
Zarokek û 6 girtiyên Kurd hatin îdamkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nav çend rojên dawî de, zarokeke 17 salî û 6 girtiyên Kurd bi tohmetên cuda hatin darvekirin.

Hate zanîn ku 4 girtîyên hatine îdamkirin ji Îlamê û 2 girtiyên din jî parêzgehên Mahabad û Loristanê bûne.

Li gorî ragihandina rêxistinên mafên mirovan ciwanê 17 salî yê bi navê Azarî û ciwanekî din ê 22 salî bi navê Zohrevand ku ji ber protestoyên Jîna Emînî hatibûn girtin jî di nav kesên hatine îdamkirin de cî digirin.

Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî îdamkirina ciwanê 17 salî şermezar kir û daxwaz ji Îranê kir van kiryarên xwe rawestîne.