Li Kirmasanê 3 girtiyên Kurd bi awayekî vesarî hatin îdamkirin

22 February 2021 18:33 0 dîtin
Li Kirmasanê 3 girtiyên Kurd bi awayekî vesarî hatin îdamkirin

PeyamaKurd – Mehek berê rejîma Îranê 3 girtiyên kurd ên di girtîgeha Kirmaşanê de bûn, bi awayekî veşarî îdam kirin.

Malpera mafên mirovan Hengawê ragihand ku roja 25ê Çileya 2021ê sê girtiyên kurd, Hûşeng Mihemedî, Elî Engezî û Cewad Munteziriyan di girtîgeha bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê de hatine bidarvekirin.

Hengawê diyar kiriye ku ew girtiyên han bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi rengekî veşartî hatine bidarvekirin, loma ji wê demê ve heta niha ti kesî pê nezaniye.

Elî Engezî, 50 salî û xelkê gundê Engez yê Kirmaşanê bûye û 11 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin.

Hûşeng Mihemed jî 41 salî û xelkê gundê Sexrî yê Kirmaşanê bûye û 4 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin.

Cewad Munteziriyan jî 40 salî û xelkê Kirmaşanê bûye û 5 sal berê bi heman tohmetê hatibû girtin.