Rojhilat | Du girtiyên Kurd pistî berdanê bi awayekî guman can dan

05 September 2023 18:29 0 dîtin
Rojhilat | Du girtiyên Kurd pistî berdanê bi awayekî guman can dan

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê bûyerên ku piştî girtîyên siyasî ji girtîgehên rejîmê têne azadkirin û bi demek kurt jiyana xwe ji dest didin zêde bûne.

Herî dawî jî du girtiyên Kurd ên ji girtîgehên li Rojhilatê Kurdistanê hatibûn azadkirin, piştî demekê bi awayekê guman jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê eşkere kir ku roja Şemîya borî girtiyê siyasî yê berê Arman Sengî yê xelkê bajarê Bane bi awayekî cihê gumanê can daye. Arman Sengî çend roj berê serdana bajarê Şîrazê kiribû û piştî 2 rojan termê wî hatibû dîtin.

Li gorî Hengawê ti nexweşiyeke dil û zikmakî li ser Arman Sengî nebûye û sedema mirina wî jî wekî celdeya dil hatiye zanîn.

Dîsa girtiyê siyasî yê bi navê Hesen Cûcegelwanî jî piştî çend meh bi ser berdana wî de derbas bûne ji nişkave can daye. Hesen Cûcegelwanî yê xelkê bajarê Pîranşehrê û endamê xwecihî yê Spaha Pasdaran bûye ku ji aliyê hêzên Îtilaata li Urmiyê hatibû girtin û paşê bi tohmeta “sîxurîkirin bo hêzeke dijberê rejîma Îranê” bi 5 sal girtîgehê û dûrxistin bo girtîgeha Erdebîlê hatibû sizadan.

Hate diyarkirin, piştî derketina ji girtîgehê rewşa derûnîya wî nebaş bûye û termê wî di mala xwişka wî de hatiye dîtin.