Rojhilat | Dadgeha Îranê 4 girtiyên Kurd sirgun kir

15 January 2023 17:31 0 dîtin
Rojhilat | Dadgeha Îranê 4 girtiyên Kurd sirgun kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Yek a rejîma Îranê, 4 girtiyên Kurd ên ji bajarê Bokanê, bi sirgunkirina eyaleta Sîstan-Belûçistanê ceza kir.

Li gorî zanyariyan, dadgeha rejîma Îranê ya li Mahabadê 4 welatiyên Kurd yên bi navên Mensûr Şarban, Hejar Ebasî, Hîwa Qurbanî Eqdem û Mihemed Eliyasî yên xelkê bajarê Bokanê, bi biryara dadgehê ji bo girtîgehên bajarê Îranşehir ê eyaleta Sîstan û Belûçistanê hatin sirgunkirin.

Li gorî biryarê Mensûr Şarban û Hejar Ebasî ji bo heyama 5 salan hatine sirgunkirin û Hîwa Qurbanî û Mihemed Eliyasî jî bi 3ê salan cezayê dûrxistinê hatine sirgunkirin.

Hat zanîn ku her çar welatiyên Kurd, beriya niha di girtîgeha bajarê Mahabadê de bûn û ji bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibûn veguhestin ku bi pêwendiyên ligel opozîsyona dijberê rejîma Îranê têne tohmetbarkirin.