Rojhilat | Dadgeha Îranê 5 sal ceza da mamosteya Kurdî Zehra Muhamedî
PeyamaKurd – Dadgeha Îranê li ser mamosteya zimanê Kurdî Zehra Muhamedî 5 sal cezayê girtîgehê sepand.
Li gorî ragihandina Kurdpayê endama Komeleya Çand û Ziman a Nûjînê Zehra Muhamedî ji aliyê dadgeha Îranê ve hat sizadan ji ber mamostetîya kurdî dikir û ders didan zarokan.
Dadwerê dadgeha Senendejê Mustefa Teyarî ragihandiye ku Zehra Muhamedî bi 5 sal cezayê zindanê hatiye cezakirin.
Zehra Muhamedî çalakvaneke civaka sivîl e û ji 10 salan ve li gundên derdora Sine û navenda bajarê Sineyê waneyên Kurdî dide. Berî 6 salan jî yek ji damezirînerên Encûmena Çandî – Civakî (Nûjîn) e, piştre wek seroka Nûjînê hatiye hilbijartin.
Rêxistina Nûjîn, yek ji rêxistinên civakî û çandî yên parêzgeha Sineyê ye û şaxên wê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin