Dadgeha Îranê ceza li ser welatiyekî Kurd sepand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Nexedê bi tometa ‘propagandaya li dijî desthilatê’ ji aliyê dadgeha Îranê ve cezayê 18 mehan yê girtîgehê lê hat birîn.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandiye ku welatiyek Kurd yê bi navê Selam Azer yê xelkê Nexede, ji aliyê Liqa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê ve bi tometa ‘endamtiya komek dijberên Îranê û propagandaya li dijî desthilatê’ cezayê 18 meh girtîgehê lê hat birîn.
Selam Azer di cotmeha 2024an de ji aliyê hêzên hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin