Rojhilat | Dadgeha Îranê 11 sal cezayê girtîgehê da çalakvanê Kurd
PeyamaKurd – Dadgeha Tehranê ya Îranê 11 sal ceza li çalakvanê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Heyder Qurbanî birî.
Malpera Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku dadgeha Îranê 11 sal cezayê girtîgehê daye çalakvanê karkeran ê Kurd Heyder Qurbanî û ew bi endamtiya grubên dijî rejîma Îranê û propagandaya wan hatiye tohmetbarkirin.
Hat gotin ku bi awayê elektronîkî Qûrbanî hatiye agahdarkirin ku ji bo cezayê xwe bikişîne xwe teslîm bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin