Li Rojhilatê Kurdistanê rewsa hejmarek girtiyên Kurd giran e

18 August 2020 10:32 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê rewsa hejmarek girtiyên Kurd giran e

PeyamaKurd – Rewşa hejmarek girtiyên Kurd ên siyasî û sîvîl li Rojhilatê Kurdistanê giran e, ne zelal e û girtî di rewşeke dijwar de ne.

Li gor tora Mafên Mirova ya Kurdistanê belav kiriye, herî kêm 15 çalakvanên Kurd li girtîgehên Îdareya Îtlaat a bajarê Sine di rewşeke dijwar de lêkolînê de ne.

Ew çalakvan welatiyê bajarên Sine, Seqiz, Bane, Merîwan, Kamêran û Sewlawan in û ku di çend mehên derbasbûyî de hatine girtin.

Li gor wê raportê, di çar mehên borî de zêdeyî 70ê welatî û çalakvanên Kurd li bajarên cuda yên parêzgeha Sine hatine girtin û bo girtîgehên Îdareya Îtlaat a Sine hatine veguhestin.

Aliyên peywendîdar nehiştine ku girtî malbatên xwe bibînin û parêzer ji xwe re bigrin. Tenê hinekan ji wan karine bo demeke kurt bi telefonê malbatên xwe agahdar bikin li ku derê girtî ne.

Ligel şopandin û hewldanên malbatên wan girtiyan û çûna bo navendên dadwerî û emnî, hê jî sedema girtin an bi çi tên tohmetbarkirin zelal nebûye.