Îranê ji bo asayî nîsandana rewsa Rojhilatê Kurdistanê planeke nû xiste dewrê
PeyamaKurd – Ji ber protestoyên mezin ên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên Jîna Emînî ku bi dehan welatiyên Kurd bi destê hêzên Îranê hatin kuştin û ji bo veşartina rewşa xirab a aborî, rêveberiya Îranê ji bo asayî nîşandana rewşê planeke nû xiste dewrê.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê, Îranê bi plana xwe ya nû dixwaze rewşa Rojhilatê Kurdistanê asayî nîşan bide û ji bo wê mebestê jî dixwaze konser û merasîmên fermî li bajarên Kurdan zêde bike.
Hat diyarkirin ku ji bo rêveberiya Îranê rewşa xirab a li Rojhilatê Kurdistanê bide piştguhkirin, dixwaze bi lidarxistina konser û rêûresmên hikûmî, rastiyan veşêrê û rewşa Rojhilatê Kurdistanê aram û asayî nîşan bide.
Li aliyê din rêxistinên sivîl banga xwepêşandanên nerazîbûnê dikin û ji bo vê plana nû ya Îranê dibêjin, hêzên rejîmê li Kurdistanê di protestoyên dawî de bi sedan kes şehîd kirine û ti carî ev ji bîr û hizra Kurdan nayê derxistin û wê xelkê serhildêr li hember vê desthilata dîktator protestoyên xwe berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin