Serok Barzanî û Erecî rewsa ewlehiyê û rêkeftina ligel Îranê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî kir.
Hate ragihandin ku Serok Barzanî, li Selaheddînê ligel Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Qasim Erecî civiya.
Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de di derbarê rewşa ewlehiya Iraq û herêmê hate gotûbêj kirin.
Di civînê de herdu aliyan, pêwendiyên di navbera Iraq û Komara Îslamiya Îranê de û rêkeftinnameya ewlehiyê ya di navbera her du aliyan û encamên wê bi giştî hatin nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin