Encûmena Asayîsa Navnetewî ya Netewên Yekbûyî îro rewsa Îranê gotûbêj dike
PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Navnetewî ya Netewên Yekbûyî, îro 02.11.2022yê li ser banga Amerîka û Albanya (Arnavut) dicive û rewşa Îranê gotûbêj dike.
Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield amadebûna nûnertiya welatê xwe ji bo civîna Encûmena Asayîşê ya ragihand.
Herwiha Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî bi twitekê da zanîn: “Em nikarin bêdeng bin. Rayedarên Îranê bi tundî li hember xwepêşandanên aram û aştiyane yên xelkê welatê xwe didin. Nûnerên Amerîka û Albanya li Netewên Yekbûyî û hemû endamên wê rêxistinê û rêberên civaka sivîl dicivin ku ew perçiqandin û tepeseriya hovane ya Îranê şermezar bikin û nerazîbûnên xelkê jîr ê Îranê raxin ber çavê hemû aliyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin