Encûmena Asayîsa Herêma Kurdistanê: Me emîrê mezin ê DAISê girt!

18 May 2024 08:30 0 dîtin
Encûmena Asayîsa Herêma Kurdistanê: Me emîrê mezin ê DAISê girt!

PeyamaKurd – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, emîrekî payebilind ê DAIŞê yê bi navê Sukret Xelîl ku bi navê “Ebdullah El-Tefhîx” pisporê bombebarkirî yê wê rêxistinê ku di dagîrkirina bajarê Mûsilê de rola xwe hebû hatiye girtin.

Hat destnîşankirin ku serokê rêxistina terorîst a DAIŞê dema dixwest bi belgeyên sexte ji Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê bibe, hat girtin.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê doh ragihand, emîrekî payebilind ê DAIŞê yê bi navê Sûkret Xelîl, naskirî bi "Ebdullah El-Tefhix" ku di sala 2014an de roleke berçav di dagîrkirina Mûsilê de ji aliyê DAIŞê ve hebû û berpirsê gelek êrîşên bombeyî bû, hat girtin.

Li gorî daxuyaniyê, Ebdullah El-Tefhîx ku di tomarên DAIŞê de navê wî “Usama Halil Îsmaîl Hemud el-Hemdûnî” ye, di sala 2013an de bi rêxistinê re têkilî danî û di asta 'fermandar' de wek plansaz û cîbicîkarê gelek teqînên Mûsilê di sala 2014an de kar kir.

Di sala 2018an de bi talîmata xelîfeyê DAIŞê bi pasaporteke sexte ku bi navê Ammar Hazim Muhammed hatibû derxistin, dîsa derbasî Mûsilê bû. Wî 5 milyon dolarên ku ji aliyê DAIŞê ve li taxa kevin a bajêr ku bi navê Medîne Kadim tê naskirin, rakirin û radestî yekîneyên leşkerî yên rêxistinê kir.