Asayîsa Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê 5 terorîst hatin girtin

26 May 2024 22:53 0 dîtin
Asayîsa Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê 5 terorîst hatin girtin

PeyamaKurd -Rêveberiya Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku di encama çend operasyonan de, li parêzgeha Silêmaniyê 5 terorîst ku di nav wan de rêveberê kargeheke teqemeniyan jî hebû, hatin girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku li Silêmaniyê di operasyonên cuda de 5 terorîst hatine girtin .

Di daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Herêma Kurdistanê de wiha hate gotin:

“Di çarçoveya xebatên ji bo parastin û zêdetir aramkirina ewlehiyê yên aramiya Herêma Kurdistanê yên ku didomin de, Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê, piştî şopandina sîxurî, di encama operasyonên navbera 15 û 20ê Gulana 2024an de li Silêmaniyê 5 terorîst girtin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di derbarê 5 terorîstên esil Ereb ku di operasyonên ku li sînorên parêzgeha Silêmaniyê hatine kirin de hatine girtin de biryara girtinê hebûye û piştî şopandineke berfireh biryara pêkanîna operasyonan hate standin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yek ji terorîstên ku hatine girtin berpirsê kargeha teqemeniyan a bi navê "Ebû Nesfa" ye û wiha hat gotin: “Ji aliyê dadgehên Iraqê ve biryara girtinê ya ji bo 5 kesên ku xwedî dosyeyên tawanan in hebû. Terorîstên hatin girtin radestî rayedarên peywendîdar hatin kirin.”