Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê: Li Silêmaniyê 8 terorîstên DEASê hat girtin
PeyamaKurd - Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê 8 terorîstên DEAŞ ê girtine û wan teslîmê meqamên dadrazê kirine. Konsey weha ragihand:
“Li bajarê Silêmaniyê di operasyonên cûr bi cûr de 8 terorîstên DEAŞ ê hatine girtin. DEAŞ ên ku hatine girtin di çarçoveya xala 4an de ku hêzên asayîşê li wan digerin, ji bo xwe veşêrin hatine Herêma Kurdistanê û xwe li bajarê Silêmaniyê bicîh kirine. Kesên hatine girtin Erebin û operasyon bi hevkariya dezgeyên asayîşa Iraqê re hatine kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin