Li 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê hêzên ewlehiyê yên taybet û koçberên navxweyî li ser sindoqan in

16 December 2023 15:33 0 dîtin
Li 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê hêzên ewlehiyê yên taybet û koçberên navxweyî li ser sindoqan in

PeyamaKurd – Di dema ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo hilbijartinên herêmî yên 18ê Kanûna îsal bên lidarxistin çûn ser sindoqan, li 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê sindoqên dengdanê ji bo dengdana koçberên navxwe û hêzên ser bi wezaretên berevanî û navxwe yên Iraqê hatin danîn.

Li Hewlêrê 12 navend ji bo dengdana 15 hezar û 492 leşker û efserên asayîşê li parêzgeha Hewlêrê hatin avakirin, 7 navend jî ji bo 5 hezar û 23 koçberên navxweyî yên parêzgehê hatin avakirin ku dengên xwe bidin.

Li Silêmaniyê ji bo 23 hezar û 402 leşker û karmendên asayîşê 15 navendên dengdanê û ji bo 3 hezar û 815 koçberên navxweyî jî 5 navendên dengdanê hatin avakirin.

Li Duhokê 11 navend bo dengdanê ji bo 14 hezar û 788 pasewan û 23 navendên dengdanê jî bo 39 hezar û 422 koçberên navxweyî li parêzgehê hatin avakirin.

Hemwelatî ji xeynî hêzên ewlehiyê û koçberên navxweyî dê di 18ê Kanûnê de dengê xwe bidin hilbijartina ku tê de encûmenên parêzgehên Iraqê diyar dibin.

Li Iraqê ku herî dawî di sala 2013an de hilbijartinên herêmî hatin kirin, heta hilbijartin di 18ê Kanûna 2023an de bi dawî bû, ewlekarî ket asta "hişyariya bilind".