Washington Post: Hêzên Amerîkî wê li Herêma Kurdistanê bimînin
PeyamaKurd – Rojnameya Washington Postê nivîsiye ku Hikûmeta Iraqê ligel Amerîkayê rêkeftine ku heta sala 2026an piraniya leşkerên xwe vekişîne, lê beşek ji hêzên Amerîkayê wê li Herêma Kurdistanê bimînin ji bo parastina herêmê ji gef û êrişên komên milîs.
Li gor rêkeftina ku di navbera berpirsên Amerîka û Iraqî de hatiye kirin û hûrgiliyên wê hefteya borî hatin ragihandin, Amerîka dê di heyama du salên bê de piraniya hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, lê beşeke biçûk wê li Herêma Kurdistanê bimîne.
Wezîrê Berevaniya Iraqê Thabit Abbasî ragihand ku Bexda û Washington li ser bidawîkirina erkê hêzên Amerîkî li Iraqê li hev kirine.
Li gorî nûçeya rojnameya amerîkî, vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê dê di du qonaxan de were kirin. Qonaxa yekem wê îsal destpê bike û heta sala 2025 berdewam bike, qonaxa duyem jî dê di sala 2026 de bi dawî bibe.
Berpirsekî pilebilind ê leşkerî yê Iraqê ku nexwest navê wî were eşkerekirin got, hêzeke biçûk ji hêzên Amerîkî dê li Herêma Kurdistanê bimînin ji bo dabînkirina ewlehiyê li hember êrîş û gefên komên milîs.
Washington û Bexda hewil didin ku nûneratiya Amerîka li Iraqê ji hêza leşkerî veguherînin têkiliyên dîplomatîk û bazirganî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin