Rojava | Hêzên Amerîkî li herêma ku hêzên Rûsî tê de bûn gera çavdêriyê pêk anî

15 November 2020 13:50 0 dîtin
Rojava | Hêzên Amerîkî li herêma ku hêzên Rûsî tê de bûn gera çavdêriyê pêk anî

PeyamaKurd - Hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Til Temir gereke leşkerî pêk anîn.

Hat ragihandin ku gera hêzên Amerîkî li herêmeke polîsên leşkerî yên Rûsyayê jî tê de hebûn û beriya niha alozî di navbera wan de çêbûbû hatiye pêkanîn.

Til Temir di navbera hêzên navdewletî û navxweyî de hatiye dabeşkirin ku Amerîkaya piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike jî navenda bajar û beşên başûr û rojhilat kontrol dike.

Li aliyê din hêzên rejîma Sûriyê û polîsê leşkerî yên Rûsyê di navbera Zirkan û  Ebu Reseyn heta sînorê Tirkiyê li Til Temirê hatine bicihkirin. 

Herwiha komên çekdarên girêdayî Tirkiyê jî li dorûbera bakur û rojavayê bajar bicih bûne.