Rojava | Hêzên Amerîkî li navenda Kobaniyê dest bi avakirina baregeha nû kir

02 January 2025 19:05 0 dîtin
Rojava | Hêzên Amerîkî li navenda Kobaniyê dest bi avakirina baregeha nû kir

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkî yên di bin banê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, piştî ku rojek berê karwaneke lojîstîkî gihandin bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, dest bi avakirina baregeheke nû li navenda bajêr kirin.

Dîmenên barhilgirên blokê betonê tê de bûn û ber bi Kobaniyê ve diçûn hatibûn belavkirin. Hate ragihandin ku hêzên Amerîkî dest bi avakirina bingeha leşkerî li Kobanê kirine ku di karwana hatibû şandin de, kamerayên çavdêriyê, amûrên kolana xendekan û tankerên sotemeniyê hebûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dohî (Çarşem, 01.01.2024) karwaneke lojistî birine Kobanê, ku ji qalibên konkirîtî yên amadekirî, kamerayên çavdêriyê, amûrên kolana xendekan û tankerên sotemeniyê pêk dihatin.”

SOHRê daye zanîn, “Hêzên Hevpeymanan îro Pêncşemê jî dest bi damezrandina baregeha leşkerî ya nû li Kobanê kir. Piştî temambûna wê jî, hêza leşkerî, çek, zirîpoş, radar, çekê dijî balafiran û gelek alavên din ên serbazî wê bo Kobaniyê bên veguhestin.”

Hêjayî gotinê ye, du roj berê jî 3 balafirên neqlîyeyê yên leşker, çek û alavên leşkerî barkirîbûn, li baregeha Amerîka ya li bajarokê Şedadiyê ya girêdayî Hesekêê danîbûn. Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê meha borî leşker û hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde kiribûn.

Li gorî SOHRê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, 233 otomobîl û barê 14 balafirên barhilgir, alavên leşkerî dane HSDê.