Rojava | Pistî sewqîyatan li Hesekê tevgera hêzên Amerîkî zêde bû: Dewriye dest pê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî sewqîyatên leşkerî yên çend rojên dawî, liv û tevgera hêzên Amerîkî zêde bûye û dest bi dewriyeyan kirine.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) hêzên Amerîkayê li sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dest bi wesayîtên zirxî dewriye dan destpêkirin.
Hat zanîn ku dewriyeya Amerîkî ji ser gundewarên Hesekê ber bi Qamuşlo ve çûye.
SOHRê diyar kiriye ku doh 18ê Sibatê jî karwaneke 60 barhilgiran a hevpeymaniyê ji ser Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye ku tê de wesayîtên zirxî, alavên leşkerî û lojîstîkî hebûn.
Li gorî çavkaniyên SOHRê karwana hevpeymaniyê ji ser deriyê sînorî Tanfê ve derbasî Rojava bûye û ber bi Qamişlo ve bi rê ketiye.
Hêjayî gotinê ye, piştî destbikarbûna rêveberiya nû ya Serokê Amerîkayê Joe Biden, hejmareke zêde karwanên hevpeymaniyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne ku tê ragihandin Amerîka baregehên nû ava dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin