Li Rojava pistî haletên nû yên koronayê li Hesekê taxek xistin karantînayê
PeyamaKurd - Piştî ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 2 haletên pêketina vîrusa koronayê derketin, Taxa el Omran ji aliyê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ve xistin karantînayê.
Hevserokê Desteya Tendursitiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku li Taxa el Omran a Hesekê du kesên bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku jinek û zilamê wê ne.
Dr. Ciwan Mistefa ji medya Rojavayê Kurdistanê re daye xuyakirin ku nexweşa jin li nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo dimîne û hevserê wê jî li mal di bin çavdêriya tendurstiyê de ye.
Piştî derketina van herdu haletên Covid-19 Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rûbirûna vîrusa koronayê de dest bi proseyeke nû kir û banga bicihanîna biryar û rêgezên xweparastinê li xelkê kir.
Rêveberiya Xweser ji belavbûna koronayê li herêmên wan, rêveberiya Şamê tawanbar dike ku beriya niha jî ragihandibû ku Hikûmeta Şamê berpirsiyar e.
Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser wê alîkariyê ji malbatên taxa El-Omran re pêşkêş bike heta berdewama karantînayê.
Li herêmên kontrola Rêveberiya Xweser heta niha ji bilî van herdu kesên dawî û kesekî li Qamişlo can dabû, ti haletên vîrusa korona nehatine ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin