Rojava | Pistî zêdebûna pêketiyên koronayê biryarên nû hatin dayîn
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê ku di nav 24 demjimêrên borî de 34 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, hejmarek biryarên nû hatin ragihandin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amarên vîrûsa koronayê (Covid-19) yên 24 demjimêrên dawî yên li rojavayê Kurdistanê belav kir û ragihand, 34 kesên din bi vîrusa koronayê ketine 13 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişloyê, 9 kes li Dêrikê û kesek jî li Girkê Legê ye.
Herwiha hat diyarkirin ku 8 kes baş bûne û di nav 24 demjimêran de jî ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Piştî zêdebûna haletên pêketina koronayê zêde bûn, Lijneya Krîzê ya Koronayê li Herêma Firatê civiya û hejmarek biryarên nû ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê hatin ragihandin.
Biryarên Lijneya Krîzê ya li dijî Koronayê ya li Herêma Firatê wiha ne:
- Têketin û derketina ji Herêma Firatê hat qedexekirin. Ev biryar rewşên awarte, nexweşên giran, wesayîtên derman û petrolê, wesayîtên ku kelûpelên xwarin û vexwarinê vediguhezin û saziyê mirovî li xwe nagre.
- Kombûna li holên şahî û dawetan, kafe, qehwexane û parkan hat qedexekirin.
- Xwaringeh û restoran eger tedbîrên pêwîst werin pêkanîn, tenê dikarin xwarinan bigihînin malan.
- Li mizgeftan îbadetên bi cemaetî û danîna şînê hat qedexekirin.
- Hevdîtinên li nexweşxane û girtîgehan hat rawestandin.
- Hemû çalakiyên perwerdeyê, li temamê saziyên perwerdeyê hatin paşxistin.
- Li saziyên Rêveberiya Xweser hejmara karmendan hat kêmkirin, lê saziyên ku divê rojane bixebitin, li derveyî vê biryarê ne.
Biryarên ku hatine dayîn, wê heta 28ê Tebaxa 2020an berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin