Rojava | Rewsa dawî ya pêketiyên koronayê hat eskere kirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 11 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 2 kes jî baş bûne.
Desteya Tenduristiyê eşkere kir ku kesên ku bi vîrusê ketine, 7 mêr in û 4 jî jin in û ji wan 7 kes ji Qamişlo ne, yek ji Hesekê ye, yek ji Dêrikê, yek ji Girkê Legê û yek jî ji Dêrezorê ye.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên korona li Rojavayê Kurdistanê û herêmên deshilata Rêveberiya Xweser gihîşt 37 hezar û 300 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin