Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya koronayê eskere kir: 18 mirin û 1353 pêketiyên nû

30 September 2021 19:28 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya koronayê eskere kir: 18 mirin û 1353 pêketiyên nû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nava 24 demjimêrên borî de 1353 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 30yê Îlonê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1353 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 408 kes li Hewlêrê, 617 kes li Silêmaniyê, 230 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1218 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 280 kes li Hewlêrê, 410 kes li Silêmaniyê, 412 kes li Duhokê, 40 kes li Helebceyê, 50 kes li Germiyanê û 26 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 332221 kesan, ya mirinan bû 5873 kes û heta niha 297936 nexweşên koronayê jî baş bûne.