Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên rewsa koronayê eskere kir

09 September 2020 16:15 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên rewsa koronayê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 545 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 19 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya 9ê Îlonê de hat ragihandin, di nav 24 demjimêrên borî de, 545 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 193 kes li Hewlêrê, 99 kes li Silêmaniyê, 19 kes li Germiyanê, 211 kes li Duhokê û 23 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 19 kesan jî can daye ku 4 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê û 7 kes li Duhokê ne.

Bi van hejmaran re, li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 34 hezar û 230 kesan, hejmara mirinan bû Hezar û 265 kes û 21 hezar û 556 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.