Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên rewsa Covid-19 eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya herî dawî ya rewşa Covid-19 de ragihand ku 977 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin; di 24 demjimêrên borî de 977 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 182 kes li Hewlêrê, 289 kes li Silêmaniyê, 424 kes li Duhokê, 20 kes li Helebceyê, 52 kes li Germiyanê û 10 kes jî li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 763 nexweş jî li seranserê Herêma Kurdistanê baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 143723 kesan, ya mirinan bû 3920 kes û heta niha 120373 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin