Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya koronayê eskere kir
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê rewşa 24 saetên borî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Duşemê ya Wezareta Tenduristiyê di nav 24 saetên dawî de, 1618 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 21 kes jî pê mirin.
Wezareta Tenduristiyê herwiha ragihand ku di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 222 kes jî baş bûne û hejmara kesên heta niha baş bûne gihîştiye 263 hezar û 600 kesan.
Li gorî amarên dawî li Herêma Kurdistanê heta niha 302 hezar û 632 pêketinên koronayê hatine tomarkirin ku ji wan 5 hezar û 491 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin