Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya vîrusa koronayê eskere kir

29 December 2020 20:40 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya vîrusa koronayê eskere kir

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, li Herêma Kurdistanê 3 kesan ji ber nexweşiya koronayê can daye û 140 kesên din jî pê ketine.

Herwiha hat diyarkirin ku di nav rojekê de 383 nexweşên din jî baş bûne û çûne malên xwe.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 103 hezar û 99 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 380 kes û heta niha 69 hezar û 750 kes jî baş bûne.